Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Dijî Olîmpîyatên Parîsê Gefa Mezin Terorîzma Îslamî Ye


Rêvebirê ewlekarîyê yê Parîsê Laurent Nunez îro Înê ragihand ku jibo Olîmpîyatên Parîsê fikara wan ya herî mezin terorîzma Îslamî ye.

Bi nêzîkbûna dema Olîmpîyatên Parîsê re, Fransa di asta herî bilind de hişyarîya ewlekarîyê dide û ji alîyê din ve amadekarîyê dike ku dawîya Hezîranê hilbijartinên pêşwext çêke.

Karbidestên Fransî di rojên borî de ragihandibû ku wan rê li ber êrîşeke dijî stadyumeke sporê girtiye.

Merasîma destpêka Olîmpîyatên Parîsê wê 26’ê Tîrmehê li Çemê Seine lidar dikeve. Nunez 7 hefteyan berî merasîmê bi preskonferansekê dîyar kir ku fikara wan ya mezin terora Îslamî ye.

‘’Dijî lîstikan û welatê me hîn ti gefeke zelal tune ye, lê divê ez bibîr bixim ku dawîya Gulanê 2 kes li Saint-Etienne hatibûn girtin ku wan plan dikir rasterast êrîşan bibin ser Olîmpîyatên Parîsê.’’

Wî herwiha dîyar kir ku gefeyên terorê hene, wek gefeyên komên tundrê yên çepgir û alîgirên Filîstînîyan.

Meha borî li Saint-Etienne Çeçenekî 18 salî hat girtin ku li gor gumanan wî plan dikir dema Olîmpîyatên Parîsê li ser navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşekê pêk bîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG