Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Frensa Pîvanên Seretayî yên Kêmkirina Qedexeyan Aşkere Dike


Berî sê hefteyan ji destpêkirina rakirina bendên mayîna li mal, serokwezîrê Frensa Edouard Philippe îro Yekşemê pîvanên seretayî yên derketina ji kirîza belavbûna vîrusa koronayê aşkere dike, di proseyekê de ku dê tevlîhev be.

Ev pîvan tên aşkerekirin di demekê de ku nêzîkî 20,000 kes li Frensa bi sedema koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel ku hejmara nexweşan li nexweşûxaneyan kêm dibe, encamên dawî nîşan didin ku ta niha 19,323 kes mirine, di nav de 642 kes di 24 demjimêrên dawî de bûn.

Ev hejmarên bilind dê serokwezîr neçar bikin ku di axaftina xwe de pêwîstiya pêgiriya xelkê bi biryara mayîna li mal der bibire wek mercekî ji bo kêmkirina gav bi gav a bendên ku heta 11 meha Gulanê li dar in.

Desthilatdarên Frensî ditirsin ku bi hatina meha Gulanê re xelk pîvanan sist bikin, tevî ku rêveberiya giştî ya saxlemiyê gotiye Frensa “hîn di rewşeke awarte de ye”.

Heta roja Şemiyê 5,833 nexweş di rewşeke tendiristî ya xerab de bûn û hejmara wan ji ya textên bi amîrên bêhinvedanê bêhtir e.

Frensa di destpêka kirîzê de gotibû ku wan 5,000 text hene.

XS
SM
MD
LG