Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êlikzerên Frensa bo Hefteya 17em Derdikevin Xwepêşandanan


Bi sedan xwepêşanderên êlikzer ên Frensa bo hefteya 17em li Parîs û hin bajarên din derketin ser cadeyan ji bo danîna fişarê ser hikûmetê ku siyasetên xwe yên di xizmeta maldaran de rawestîne.

Rêveçûna Parîsê îro Şemiyê ji meydana Arc de Triomphe destpê kir û ber bi Sînato ve çû.

Rojekê piştî roja cîhanî ya Jinan, jinan serkirdayetiya gurûpê kir û banga wekheviya mafan kir.

Rêveçûn her wiha li jimarek bajarên din bûn.

Jimara xwepêşanderan li dirêjiya hefteyan kêm bûye û rapirsînan diyar kir ku tundûtijî û ziyana ku di hin xweşandanan de encama dabû, rolek di kêmbûna wan jimaran de lîst.

XS
SM
MD
LG