Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa Bang li Rûsya Dike ku Tevlî Hewla Çareseriyeka nû Bibe li dor Sûriyê


Wezîrê derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian
Wezîrê derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian

Piştî êrîşa hevbeş a Amerîka, Brêtanya û Frensa dijî hikûmeta Sûriyê, Frensa bang li Rûsya dike ku tevlî hewleka nû dîtina çareseriyekê be ji bo dawîanîna şerê Sûriyê.

Wezîrê derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian di hevpeyvînekê de, ku îro Yekşemê di rojnameya Journal du Mimanche de hatî belavkirin, got, “pêwîste em hewlên hevbeş bikin ji bo proseyeka siyasî li Sûriyê ku bihêle ev kiriz bidawî bê.”

Di demekê de ku nakokiyên Rûsya û welatên Rojava mezintir dibin, Frensa bi awakî berdewam li gel Rûsya diaxive.

Roja Înê, berî çend demjimêran ji êrîşa dijî hikûmeta Sûriyê, Serokê Frensa Emmanuel Macron li gel serokê Rûsya Vladimir Putin axivî.

XS
SM
MD
LG