Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Meha Bê Mêvandariya Putin Dike


Serokê Frensa Emmanuel Macron dibêje ew dê meha bê axaftinan li gel serokê Rûsya Vladimir Putin bike, çend rojan berî kombûna gurûpa heft welatên abûrî yên mezin ên cîhanê.

Nivîsîngeha Macron îro Yekşemê got kombûna li gel Putin dê roja 19ê mehê li girava Fort de Bregancon a Derya Spî cih bigre.

Macron piştre serokatiya kombûna G-7 li bajarê Frensî Biarritz dike li gel serokê Amerîka û serkirdeyên din ji 24 Tebaxê heta 26.

Gurûpê Rûsya ji nav xwe avêt piştî eva dawî nîvgirana Qurum di sala 2014an de tevlî xwe kir.

Frensa hewil da navberiyê di şerê Rûsya û Okranya de bike û Macron giringiya ku diyalog li gel Rûsya vekirî bimîne anî ziman.

XS
SM
MD
LG