Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Frensa li Sahel a Afrîqî 30 Çekdarî Dikujin


Leşkerên Frensa dibêjin operasyonên hêzên Frensa û Malî di van çend rojên borî de 30 çekdarên din ên tundrew li herêma Sahel a Afrîqayê kuştin, di çarçoweya hewlên rûbirûbûna gurûpên cîhadî de li herêmê.

Du êrîşên esmanî roja Înê, ku tê de yekem firokên leşkerî yên bê firokvan beşdar bûn, derdora 20 çekdaran kuştin, li herêma sînorî ya di navbera Malî, Nîcer û Burkîna Faso de, li gor daxuyaniya artêşa Frensî.

Daxuyaniyê got demekê berê vê hefdteyê, du operasyonên komandos ên Frensî dora 10 çekdarên din li herêma Saharaya Mezin kuştin, cihê ku gurûpên tundrew, di nav de jî gurûpa Dewleta Îslamî, çalakdar in.

Artêşa Frensî got di van operasyonan de hêza Barxane ya Frensî li herêma Sahel ji nêzîk ve li gel hêzên Malî kar kir, û wan ti ziyan di nav hêzên Frensî û Malî de ranegihandin.

Ev kiryara leşkerî bû piştî Frensa ragihand ku ew pilan dike 600 serbazên din tevlî hêza Barxane bike û jimara hêzên xwe li wir bike 5,100 serbaz.

Hêza Barxane ya Frensî ji sala 2014an ve operasyonan li herêmê dike.

Meha borî, Serokê Frensa Emmanuel Macron û serkirdeyên gurûpa Sahel a G5, ku pêk tê ji Morîtanya,Malî, Burkîna Faso, Nîcer û Çadê, pilaneke nû ji bo şerê cîhadiyan li herêmê danî.

XS
SM
MD
LG