Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Le Drain: Esed di Şer de Serket lê di Aştiyê de Serneketiye


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian

Wezîrê derve yê Frensa dibêje serokê Sûriyê Beşar Esed di şerê navxweyî yê welêt de biserket, lê bê çareseriyeke siyasî bi piştgiriya civaka navnetewî, ew aştiyê qezenc nake.

Jean-Yves Le Drraina her wiha dupat kir li ser tolvedana welatên Rojava eger Esed chewil bide çekên kîmawî di şerê pêşbînê parêzgeha Idlibê de bikar bîne.

Le Drian îro Yekşemê li ser radyoya France-Inter got:

“Esed şer qezenc kir, divê em vê yekê ragihînin lê wî aştî qezenc nekiriye.”

Wî got heta ku hêzên Esed Idlibê kontrol bikin jî, kêşeya ku ji bo wê heft salan şer bûyî çareser nabe.

Wî got wê Frensa vê mehê li kombûna Neteweyên Yekgirtî fişarê deyne ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê, û ew axaftinan li gel Rûsya, Tirkiyê û Îranê dike da ku ew serdestiya xwe li gel Esed bikar bînin ji bo gotûbêjên siyasî piştî ku şer bidawî bê.

XS
SM
MD
LG