Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sarkozy Gote Obama: Netanyahu Derewîn e


Serok Obama û Serokê Fransî li civîna G20 li Cannes.

Serokê Fransî Nicholas Sarkozy di gotûbêjeka taybet de ligel Serok Barack Obama got ku Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu “derewîn e.”

Gotûbêja taybeta navbera serokên Amerîkî û Fransî bi xeletî ji layê peyamnêran ve hate bihîstin çûnkî mîkrofonên wan vekirî bûn li demê civîna G20 li bajarê Cannes li Fransayê.

Ofîsa Serokê Fransî roja Sêşembî amade nebû tu daxuyaniyan li ser gotinên Sarkozy yan têkeliyên navbera Fransa û Îsraîlê bide.

Fransayê piştgîriya damezirandina Îsraîlê kir û çek dane wî welatî. Lê belê li demê serokatiya Charles de Gaulle, têkeliyên navbera herdu welatan aloz bûn.

Bapîrê Nichloas Sarkozy cuhî ye.

XS
SM
MD
LG