Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Bang li Rûsya Dike ku Şertên Peymana INF Cîh Bîne


Hikûmeta Fransî îro Înê bang li Rûsya kir ku şeş meh dema ku Amerîka jibo vekişîna ji Peymana Menzîla Navîn ya Hêzên Navokî (Intermediate-range Nuclear Forces Treaty / INF) daye baş bixebitîne û mercên wê peymanê bi cîh bîne.

Wezareta Derve ya Fransî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew ji biryara Amerîka ya vekişîna ji INF xembar e.

Wezaretê bi berdewamî got ku Fransa wê hewil bide ku di nav wan şeş mehan de dîyalogê bi Rûsya re bidomîne û bi hevalbenda xwe, Amerîka re bişêwire.

Amerîka îro ragihandbû ku ger Rûsya di nav şeş mehan de dawî li binpêkirina peymana kontrolkirina çekan ya 1987'an neyîne, ewê ji wê peymanê derkeve.

XS
SM
MD
LG