Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vatîkan jibo Rewşa Zarokên Ukraynî Serdana Washingtonê Dike


Malpera Politico îro Duşemê ragihand ku Pope Francis ser rewşa zarokên Ukraynî ku Rûsya bi zorê birine, berdevkekî xwe şandiye ba Serokê Amrîka Joe Biden.

Çaverê ye Kardînal Mateo Zuppi sibê Sêşemê bi Biden re li Qesira Sipî ser rewşa wan zarokên Ukraynî bipeyîve.

Rûsya dîyar dike ku zarok jiber ewlekarîya wan ji herêmê şer hatine derxistin.

Vatikanê dîyar kiribû ku Zuppi, piştî civînên li Kîev û Moskowê wê here Washingtonê û armanca wî ya serekî pêşebirina aştîya li Ukrayna be.

Zuppî ragihand ku ewê rewşa nêzî 20 hezar zarokan, ku Ukrayna îdia dike Moskowê ji destpêka şer ve ve bi zorê ji welêt derxistine, gotûbêj bike.

Politico da zanîn ku balyozê Amerîkî yê li Vatîkanê, Joe Donnelly jî niha li Washingtonê ye û li ber e beşdarî hin civînên Zuppi be.

XS
SM
MD
LG