Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Xwepêşandanên Êlekzeran de Bêhtirî 250 Kes li Frensa Têne Girtin


Polîsê Frensa bêhtirî 250 kes li seranserî welêt girtin di dema xwepêşandanên salavegera tevgera xwepêşanderên Êlekzeran de.

Berpirs dibêjin 173 kes li Parîsa patytext hatine girtin.

Wezîrê navxweyî Christophe Castaner ji radio ya Ewrupa 1 re got ku jamreke kêm a xwepêşandanên doh Şemiyê li Parîsê yasayî bûn.

Wî xwepêşander binavkirin wek “çete û tund ên ku hatine şerê hêzên ewlekariyê bikin û nehêlin tîmên tengaviyan karê xwe bikin.”

Xwepêşanderan jimarek otrombêl li Parîsê şewitandin, kevir û şûşe avêtin polîs û polîs jî bi gazên rondikrêj û xertûmên avê bersiva wan da.

Serokê Frensa Emmanuel Macron demekê berê îsal soz dabû ku bacan kêm bike û mûçeyan zêde bike.

XS
SM
MD
LG