Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Biryara Îtalya Û Fransa Şermezar Dike


Roja Pêncşemê Tirkiyê bihêz li dij biryara Îtlaya û Fransa bertek nîşan dan, ku wan welatan, qetlîamên Tirkiyê yên li di j Ermenan di şerê Cîhanî yê Yekê de encam dabûn, bi fermî naskirin.

Naskirina fermî ya qetlîamên li dij Ermenan ji aliyê Fransa û Îtalya de bû sedema şermaezar kirinê ji aliyê dewlet Tirk de, ev mijar pir caran bûye sedema aloziyên di nava welatên ewrûpî û Tirkiyê de.

Li Îtalya di dengdana roja Çarşemê de 382 wekîlan dengê 'erê' ji bo naskirina qirkirina Ermeniyan bikar anîbûn, 43 wekîl jî bêalî man.

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron jî mohra xwe danî binê biryarnameya ku 24'ê Nîsana 1915'an Qirkirina Ermeniyan weke rojeke bîranînê ya komarê radigihîne.

Macron beriya niha bi daxuyaniyekê soz dabû ku ewê 24'ê Nîsanê wekî "Roja bîranîna neteweyî ya qirkirina Ermeniyan." diyar bike.

Ji alîyê din, îro roja Pencşemê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Parlamentoya Îtalya ji hikûmetê xwest ku bûyerên 1915an wekî "qaşo komkujiya Êrmeniyan" binav bike ev biryar "di hikmê tunebûnê da ye".

Çavuşoglu li ser Twitterê peyam weşand û got, "Biryara Meclisa Nûneran ya Îtalya jî wekî hemû hewlên siyasîkirina dîrokê di hikmê tunebûnê da ye. Partiya Lega ya dijminê biyaniyan ji bo di hilbijartina Parlamentoya Yekêtiya Ewrûpayê de rayên xwe zêde bike vê lîstikê dilîze, tu carî nayê qebûlkirin ku Meclisa Îtalya jê re bibe alet."

XS
SM
MD
LG