Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Banga Xûrtkirina Toleyên Dijî Sûrîyê Dike


Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu

Fransa dibêje, waxt hatîye ku tole û cezayên aborî li ser hikûmeta Sûrîyê werine xûrt kirin, jiber ku Şam berdewam daxwazên guherînê piştguh dike.

Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe, li Enqerê bang li Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku pêşnîyareke xûrtir li dijî Şamê amade bike.

Juppe her wiha geşbînîya xwe dîyar kir ku welatên ku heta niha pêşnîyareke Civata Ewlehîyê blok kirine, êdî rastîya rewşa li Sûrîyê baştir bibînin.

Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe, waxtekî zûtir ya îro Înîyê ji Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) re got, niha pir dereng e ku hikûmeta Beşar Esed guhartinan bike.

Birêz Juppe li Enqereyê bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re kom bû. Birêz Davutoglu hişyarî da ku reng e şerekî navxweyî li Sûrîyê derkeve.

Do jî Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov, Berdevkê Wezareta Derve yê Çînî Liu Weimin bang li hikûmeta Sûrî û opozîsyonê kirîbû ku kêşeya heyî bi rêyên sîyasî çareser bikin.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa Catherine Ashton û xalê Beşar Esed ê sirgûnkirî ku qumandarekî kevn yê artêşê ye, do Pêncşemê bang li Serokê Sûrî Beşar Esed kirîbûn ku destilatê berde.

XS
SM
MD
LG