Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa ji Opozisyona Sûrî Dixwaze Hikûmeteke Demkî Ava Bike


Serokê Fransî Francois Hollande ji opozisyona Sûriyê dixwaze hikûmeteke demkî ava bikin.

Hollande herwiha dibêje ku Fransa pênasînê bi wê hikûmetê dike, eger bê avakirin.

Ev cara yekemîn e ku serokê welatekê rojava daxwaza avakirina hikûmeteke demkî ya Sûrî bike.

Daxwaza serokê Fransî fişara navneteweyî li dijî rejîma serokê Sûrî Beşar El Esed zêde dike, li demê ku kuştin û tundûtûjî li Sûriyê berdewam in.
XS
SM
MD
LG