Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Operasyonên li Afganistanê Radiwestîne


Leşkerekî hêzên bîyanî li Afganîstanê
Leşkerekî hêzên bîyanî li Afganîstanê

Fransa dibêje, ew hemî hînkirin û operasyonên hevbeş yên li Afganistanê radiwestîne, piştî leşkerekî Afganî 4 leşkerên Fransî kuştin.

Serokê Fransî Nicolas Sarkozy dibêje, piştî êrîşa Înê, ew hizir dike ku hêzên Fransî bi pêşwextî ji Afganistanê vekşîne.

Karbidestên Afganî dibêjin, di êrîşê de herî kêm 16 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên NATO jî radigihînin ku wan êrîşvanê bergumanê desteser kirîye.

Bi alîyekî din ve, helîkoptereke hêzên navnetewî li başûrê Afganistanê kate xwarê û 6 endamên NATO’yê di encamê de mirin.

XS
SM
MD
LG