Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Rejîma Esed Hişyar Dike


Laurent Fabius.
Laurent Fabius.
Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius dibêje ku welatên Rojavayê bi tundî bersiva rejîma Sûrîyê didin eger hêzên Serokê Sûrî Beşar El Esed çekên kîmyawî bikar bînin.

Fabius dibêje ku hemû hêzên Rojava hevbîr in ku bi tundî bersiva rejîma Sûrîyê bidin, eger çekên kîmyasî bikar bînin ku “metirsîyeke pir mezin e.”

Hevdem, berpirsê komîteya Xaça Sor ya Navneteweyî serdana Sûrîyê dike û bi Esed û karbidestên din re kom dibe.

Berpirsê Xaça Sor jibo sê rojan li Sûrîyê dimîne û gotûbêjan li ser alozbûna rewşa mirovatî li Sûrîyê dike.
XS
SM
MD
LG