Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Fransî Gumanbarekî Plankirina Êrîşên Sersalê Digirin


Çavkanîyekî polîsên Fransî ji Paris radigihîne ku şeva borî wan kesek girtiye û tê guman heye ku beşdarî di plana êrîşên cejna sersalê de kiribe.

Heman çavkanî dide xuya kirin ku li bajarê Toulouse ya li başûrê Fransa 2 kes hatine girtin û yek ji wan gumanbar e derbarê plankirina êrîşan bo ser bingehê polîsan.

Kesê hatî girtin li cem polîsan naskirîye û li ber bû ew di 31ê vê mehê êrîşeke terorîstî bikira. Çavkanîyên dadwerî girtina her du kesan piştrast kiriye.

Li Fransa, Almanya û Brîtanya piştî êrîşa ser bazareke cejna Krîstmisê li Berlînê, polîsên van welatan zêrevanî û çavdarîya xwe li herêmên turîstîk û qelebalix zêde kirine.

XS
SM
MD
LG