Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Li Bakurê Welat Êrîşî Dêrekê Hatkirin Û Qeşek Hat Kuştin


Fransa buyera rehînegirtinê li Normandy
Fransa buyera rehînegirtinê li Normandy

Hat Nûkirin:

Çavkaniyên polîsên Fransa roja sêşemê jibo ajansan dan xuyakirin ku, di êrîşa li bakurê Fransa de, li herêma Normandy dema ku du êrîşkaran 5 kes rehîne girt bûn, qeşek di nava rehînan de bi çekan hatiye kuştin, şûnde polîsan ragihandin ku qeşe ji aliyê herdû kesên êrîşkar de hatiye serjêkirin.

Du kesên çekdar biser dêrekê de girt bûn li herêma Normandy ya Fransî li bakurê welat li bajarokê Saint-Etienne-du-Rouvraydo Rofray nêzîk bajarê Rouen 5 kes rehîne girt bûn, polîsan jibo rizgarkirina rehînan êrîşek dabûn destpêkirin, herdû kesên êrîşkar di çalakiya polîsan de hatin kuştin.

Ofîsa Francois Hollande serokê Fransa ragihand ku, dê Hollande serdana cihê bûyerê bike û niha ew bi rê de ye, herweha yekîneya jinavbirina terorê lêkolîn derheqa bûyerê de dane destpêkirin.

Peyvdarê wezareta navxwe ya Fransa gotiye, di nava kesên revandin de, birîndarek heye û birîna wî girane.

Papa Francis, papayê Vatîkanê êrîşa ser dêrê şermezar kir û got" Ev êrîşên xemgîn û bitirs in, em hemû şêwazên şîdet û neviyana li hember bawermend û nivêjkaran şermezar dikîn.

Herweha seroka Fransa Francois Hollande got ku ew êrîş ji aliyê endamên DAIŞ hatiye kirin, DAIŞ di mediya xwe de ragihand ku du endamên wan êrîşa ser dera Normandy encam daye.

DAIŞê Êrîşa Ser Dêra li Normandy Girt Ser Xwe
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:10 0:00

XS
SM
MD
LG