Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bi Armanca Hevkariya Berevanîkirinê Seredana Fransa Dike


Macron û Erdogan
Macron û Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan roja Înê ragihand ku, ewê di seredana xwe ya Fransa de xûrtkirina hevakriya berevaniyê ligel wî welatî gotûbêj bike ku, herdu endam in, di NATO 'ê de.

Erdogan tekez dike ku, ew dê pêngavên ''giring'' ligel EUROSAM Sistema berevaniyê ya Fransa û Îtalya ya hevpar bi avêjin, lê zelal nekir kanê ew çi pêngav in.

Erdogan di prês konferansekê de li Stenbol berî here Paris got, ewê ligel Emmanuel Macron bicive û got''Em amadene têkiliyên xwe di hemû waran de ligerl Fransa xûrt bikin, ji wana di warê berevaniyê de''.

Erdogan dîsan got''pêngava ku emê di çarçova hevpariya Fransa, Tirkiye û Îtaliya di EUROSAM de bi avêjin, gelek giringe û emê îro ji nû ve vê yekê gotûbêj bikîn''.

Erdogan got ewê ligel Macron herwiha behsa pirsên weke ya Qudis'ê, Îraq, Lîbya, Qibris û pirsên girêdayî Yekêtiya Ewropa behis bikîn.

Ev daxûyaniyên Tirkiyê piştî hefteyekê ya îmzekirina peymana kirîna mûşekên 400-S yên Rûsî hat. Vê pêngava Tirkiyê welatên Rojava nerihet kir, jiber ku, sistema mûşekên 400-S yên Rûsî ligel siyaseta hevpeymaniya NATO na gûncin ku, Tikiye endame di wê hevpeymaniyê de.

Meha Mijdara bûrî Tirkiyê peymana niyetbaşiyê ya hevkarîya berevaniyê ya hevbeş ligel Fransa û Îtalya îmze kir bû. Di wê demê de wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand bû ku, ew dixwazin sistema mûşekên SAMP/T bidest bixin ku ji çêkirina EUROSAM'ê ne.

XS
SM
MD
LG