Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartina Trump Bandorê li Hilbijartinên Fransa Dike


Xanim Marine le Pen
Xanim Marine le Pen

Roja Çarşemê ji Parîs hat ragihandin ku hilbijartina milyardêrê Amerîkî Donald Trump ji Komariyan wek serokê nû yê Amerîka bandora xwe liser hilbijartinên li Ewrupa dike û dê bibe qada serdestiya mihafizkaran.

Weke ajansa AP ji Parîs radigihîne ku, xanim Marine Le Pen lîdera rastgiran radîkal yên ku ramanên wan li dij penaber û Musilmanan ne, dê di hilbijartinên Fransa de yên dê piştî 5 mehên din bihên encamdan pêşbikeve.

Herweha serokê berê yê Fransa Nicolas Sarkozy yê ku cardin xwe kandîd kiriye jibo serokê Fransa dibêje hilbijartina Trump li Amerîka diyar dike ku divê dengê "Xezeba Gel" bihê bihîstin.

Nicolas Sarkozy li bajarê Nice yê Fransa peyamek jibo girseya gel pêşkeş kir û got "Trump dixwaze berevaniyê ji berjewendiyên Amerîka bike? Başe û Ez jî dixwazim berjewendiyên Fransa û Ewrupa biparêzim".

Di hilbijartinên Fransa de, Nicolas Sarkozy li gel çendîn Kandîdên din di hevirkî û hilberînê dane, ji wana serok hikûmetên berê yên Fransa Alain Juppe û Francois Fillon, herweha lîdera rastgirên radîkal Marine Le Pen.

Roja Yekşema bihêt hilbijartinên destpêkî yên Fransa weke qonaxa yekê dê bihên destpêkirin, tê texmîn kirin ku, hevrikiyek dijwar di navbera kandîdan de heye, çepgir û rastgir her yek ji wan, dixwaze bibe desthilatdar li Fransa.

XS
SM
MD
LG