Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Du Gomanbarên Têkildarî Terorê Binçav Dike


Roja Çarşemê desthilatdarên Fransî dan zanîn ku, wan du gomanbarên têkildarî pirsa terorê li Fransa binçavkirine yên ku bo demek kurt çû bûn Sûriyê.

Berpirsan dan zanîn ku, du kesên din ji koma 7 kesên li dawiyê heftiyê hatbûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Karbidestên Fransî dibêjin kesên hatine girtin gomanbarin di pirsa plankirina êrîşên terorîst de li dema pêkhatina Şampiyona Footbala Euro ya sala 2016.

Kesên hatine girtin yek ji wan karmendê xwandingehekê ye, dadger niha lêkolînên zêdetir dikin jibo kanê armanca wan bitenê êrîşa ser Şampiyona Euro bû, yan jî dest li gel hejmarek din ya êrîşên plankirî heye.

Li aliyekê din wezîrê navxwe yê Fransa Bernard Cazeneuve bi biryarekê komela alîkariya girtî û malbatên wan daxist, komele bi tawana alîkarî û destekdana kesên girtî bi tawana terorê û şîdetdakriyê hatiye daxistin.

Fransa jiber zincîre êrîşên terorist yên ku li bajarên weke Paris û Nice û ciyên din pêkhatine heta niha gelek kes girtine û mizgeftên ku bingeha radîkalizmê ne deriyê wan daxistine û melayên gotara tundiyê didin dûrî welat kirine.

XS
SM
MD
LG