Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Ew ji Raportên Ser Kuştina Xwenîşanderên Îranî Xembar E


Hikûmeta Fransî îro Çarşemê ragihand ku ew ji raportên ser kuştina xwepêşandarên Îranî gelek xembar e.

Hikûmeta Fransî bang li Îranê kir ku rêz li mafên xwenîşandaran bigire û berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Fransa “xembarîya xwe ya kûr li ser raportên derheqa kuştina gelek xwenîşanderan di xwepêşandanên rojên dawî de dîyar dike,” berdevika Wezareta Derve ya Fransî Agnes von der Muhll ji nûçegîhanan re got.

Wê bal kişand ku Parîsê ji Tehran xwestiye ku erkên xwe yên ji qanûnên navnetewî hatine, bi cîh bîne û rêz li mafê xwepşanderan bigire.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG