Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Hêzên Xwe yên li Îraqê Kêmtir Nake


Wezîra Hêzên Çekdarî Florence Parly li Bexda (Arşîv)

Karbidestên Fransî îro Sêşemê ji Reutersê re got ku plana wan tuneye ku ew hêzên xwe yên li Îraqê kêmtir bikin, piştî ku kuştina Qasim Silêmanî alozîya wî welatî zêde kiriye.

Wezîra Hêzên Çekdarî Florence Parly îro ji ser Twitterê got ku jiber bûyerên li Bexda, Fransa rewşa 160 leşkerên xwe li Îraqê ewletir kiriye.

Wê dîyar kir ku girîngîya Fransa ya li wî welatî şerê dijî DAIŞê ye ku rê li ber jinûve xurtbûna wê rêxistinê were girtin.

“Di vê çarçoveyê de Fransa bang li Îranê dike ku girjî û alozîya heyî bilindtir neke û bi tevahî vegere ser peymana navokî ya 2015’an,” Xanim Parly got.

XS
SM
MD
LG