Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Fransî Le Drian û Serokomarê Îraqê Salih Hevdîtin Kir


Wezîrê karên derve yê Fransa yê Jean-Yves Le Drian

Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian roja Pêncşemê bi Serokomarê Îraqê Berhem Salih re hevdîtineke kir.

Le Drian li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê hevdîtinê de îro Înê peyameke weşand.

Wî got ku bi Berhem Salih re danûstandinên kûr û pêbawer kiriye.

"Piştî konferansa Bexdayê ya 28'ê Tebaxê û civîna wezîran ya New Yorkê ya 21'ê Îlonê, min piştgirîya Fransayê ya bo Îraqê û dîyaloga herêmî jinûve piştrast kir," Le Drian got.

Îraq di navbera Îranê û Amerîka, Îsraîl û dewletên Ereb yên Kendavê de qada pêşbirkan, bi êrîşên dijî hêzên Amerîkayê û kuştina rêberên paramîlîter yên Îranî û Îraqî.

Karbidestên Îranî û yên Erebên Kendavê di 28'ê Tebaxê de li Bexdayê di civîneke herêmî de kom bûbûn.

Îranê bi civînê hêvî dikir ku ewê cîranên xwe teşwîq bike ku li şûna ku ser axa wê şer bikin, bi hevre gotûbêjan bikin.

Ew civîn çend meh piştî dijminên herêmî Îran û Erebistana Saudî jinûve dest bi danûstandinên rasterast li Îraqê kirin, pêk hat.

Bi pêkanîna civînan ti encam derneket holê, lê ew alîkarîya kêmkirina alozîya zêde ya li Rojhilata Navîn bû.

XS
SM
MD
LG