Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Protestoya li Pêş Balyozxaneya Amerîkî Qedexe Dike


Polîsê Fransa protestoya dijî nijadperestîyê ya li ber bû ku roja Şemîyê li pêş Balyozxaneya Amerîka ya li Parîsê li dar keta jiber vîrusa korona qedexe kir.

Xwepêşanderan jiber qedexebûna protestoya li pêş balyozxaneya Amerîkî banga protestoyeke nû kir.

Li gor bangê, xwepêşander û rêxistin dê li Eyfelê kom bibin.

Roja Sêşemê jiber bîranîna Adama Traore yê reş, ku di sala 2016’an de mîna George Floyd hatibû kuştin, bi qasî 20,000 kes daketibûn qadan.

Protestoya li Sidney ya Avustralya jî, ku çaverê bû roja Şemîyê li dar keta, bi biryara dadgehê hat qedexe kirin.

XS
SM
MD
LG