Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Ser Vaksîna AstraZeneca Dest bi Lêpirsînê Dike


Fransa jiber du jinên vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca li xwe dane û mirine, ser wê vaksînê dest bi lêpirsînê kir.

Medya Fransa radigihîne ku Dozgerîya Parîsê li ser gilîyên nasên wan mirîyan dest bi lêpirsînê kiriye.

Li gor nûçeyên di medya Fransa de, di her du jinan de, ku yek 26 salî ye û yek jî 36, piştî karanîna vaksînê tîrbûna xwînê çêbûye.

Jina 26 salî, li Nantes ya li rojavayê Fransa xwendekara saxlemî bûye û termê wê dê hîn di otopsîyê keve.

Encama otopsîya jina 36 salî jî raber dike ku xwîna di mejîyê wê de tîr bûye.

Dozgerîya Parîsê bûyereke din ya mirinê ku dişibe wan mirinan xistiye dosyeya lêpirsînê.

Vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca bi hevkarîya kompanîyên Brîtanya û Swêdê tê çêkirin.

Piştî nûçeyên derbarê tîrkirina xwînê hin dewletan karanîna vaksîna AstraZeneca rawestandibûn.

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) di rojên borî de dîyar kiribû ku faydeyên vaksîna AstraZeneca ji zararên wê pirtir in.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG