Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Fransa yê li Belarûsê ji Welêt Hatiye Derxistin


AFP’ê ragihand ku ji balyozê Fransa yê li Belarûsê hatiye xwestin ku ji welêt derkeve û ji wir derketiye.

Balyozxaneya Fransa ya li Mînskê hîn nedaye zanîn ku balyozê wê Nicolas de Bouillane de Lacoste bo çi hatiye dersînor kirin.

Medya Belarûsê ragihand ku Mînskê bang li balyozê xwe yê li Parîsê, Igor Fesenko kiriye ku vegere welêt.

Balyozxaneya Belarûsê ya li Parîsê ji malpera xwe da zanîn ku Lacoste Çarşema borî mazûvanî bo nûnerên Govori Pravdu (Rastîyê Bibêje) kiriye ku rêberê wê tevgera ji alîyê hikûmetê qedexekirî, Andrey Dmitrev di hilbijartinên seroktîyê yên par de berbijar bû.

Wezîrên derve yên Belarûs û Fransa û balyozxaneya Fransî hîn ser vê mijarê ti daxuyanî belav nekirine.

Peywendîyên endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Belarûsê ji hilbijartîna par vir ve, ku serokê wî welatî Alexander Lukashenko bi ser ketibû, di asteke qels de ne.

Pêşengên rikeberîya Belarûsê dibêjin ku di hilbijartinê de sextekarî çêbûye û bi wê îdiayê li ser wan zextên desteserkirin û sirgûnkirinê çêbûne.

XS
SM
MD
LG