Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û Fransa Dîyar Dikin ku Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê bi Kuştina Bexdadî bi Dawî Nebûye


Kuştina rêberê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebubekir El Bexdadî li seranserê cîhanê deng veda.

Nûnerên dewletan ser kuştina Bexdadî daxuyanî belav kirin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku kuştina Bexdadî li DAIŞ’ê derbeke giran e, lê ew tenê qonaxek e.

‘’Bi hevalbendên me yên di koalîsyona navneteweyî de, têkoşîna me ya bo têkbirina vê rêxistina terorê didome. Ew armanca me ya sereke ye li Rojhilata Navîn’’ Macron got.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî ji Twitterê da zanîn ku têkoşîna dijî ‘’xirabîya DAIŞ’’ê hîn bi dawî nebûye.

Wî amaje kir ku ewê bo tunekirinê DAIŞ’ê xebatên xwe bidomînin.

XS
SM
MD
LG