Fransa dê bo jinûve avakirina qûleya Dêra Notre Dame pêşbazîyeke navneteweyî li dar xîne.
Serokwezîrê Fransa Edouard Philippe dîyar kir ku ew bang li mîmarên çar alîyên cîhanê dikin ku beşdarî pêşbazîya bo sêwirandina qûleyê bibin.
‘’Ew erkeke mezin e û berpirsîyeke dîrokî ye’’ Philippe got.
Philippe da zanîn ku ew dê piştî pêşbazîyê qirarê bidin ku barûya Dêra Notre Dame li gor şiklê berê çêkin yan tiştekî nû ava bikin.
Bi agirê li Dêra Notre Dame ya 850 salî ketî, qûleya wê ya 93 metre dirêj bi temamî şewitîbû.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dabû zanîn ku ewê di pênc salan de Dêra Notre Dame jinûve çêkin.