Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa li Hin Bajarên Mezin Derketina Derve Sînordar Dike


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron tedbîrên nû yên dijî belavbûna vîrusa korona eşkere kir.

Macron dîyar kir ku li 9 bajarên mezin, ku di nav wan de Parîs ya paytext, Tolouse û Marsîlya hene ewê di navbera 21:00 û 06:00 de derketina derve qedexe be.

‘’Divê em tiştekî bikin, divê em belavbûna vîrusa korona rawestînin.’’ Macron got.

Wî da zanîn ku kesên ku qedexeya derketina derve binpê dikin divê ‘’hinceteke baş’’ bêjin û dîyar kir ku cezaya binpêkirina qedexeyê dê 135 euro be.

Qedexeyên nû dê roja Şemîyê destpê bikin û herî kêm 4 hefteyan bidomin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 820 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 33,056 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG