Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Tedbîrên Dijî Êlegzeran Berfireh Dike


Hikûmeta Serokomarê Fransa Emmanuel Macron tedbîrên dijî êlegzeran berfireh dike.

Bi biryarnameyeke nû hin herêmên Fransa, ku di nav wan de Sûka Chemps – Elysees ya Parîsê jî heye, ji protestoyên ‘’tundrê’’ re hatin qedexe kirin.

Serokwezîrê Fransa Edouard Philippe dîyar kir ku gava ew bibînin di protestoyan de ‘’tundrêbûn’’ heye dê tavilê xwepêşandanê qedexe bikin.

Edouard da zanîn ku Serokê Ewlekarîya Parîsê Michel Delpuech ji kar hatiye dûr xistin û li şûna wî Didier Lallement hatiye erkdar kirin.

Wî dîyar kir ku ewê bo polîsên li qadê jî êdî zêdetir mafan bidin.

Roja Şemîyê di protestoya dawî ya êlegzeran de 192 kes hatibûn desteser kirin û di girjîyê de 53 kes birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG