Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Azadkirina Palmyra Girîng E, Lê Sedema Serekî ya Şer Esad E


Fransa îro Sêşemê azadkirina Palmyra ji alîyê hêzên Sûrî ve wek gaveke erênî nirxand, lê bal kişand ku sedema serekî ya şerê Sûrîyê rejîma Esad e.

Berdevkê wezareta dervê yê Fransî Romain Nadal got, pêşveçûnên hember DAIŞê nikarin berpirsîyên rejîma Sûrî ya li ser rewşa heyî veşerin.

“Berpirsîya serekî ya kêşeya Sûrî, ku di nav pênc salên dawî de bûye sedema kuştina 270,000 kesan, li ser milê rejîma Sûrî ye.”

Şîkerên sîyasî dibêjin, standina Palmyra ji destê DAIŞê serkeftineke stratejîk û sembolîk ya Serokê Sûrî Beşar Esad e û derfet dide wî ku herêmên sahrayî yên heta sînorê Îraqê bêxe bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG