Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Fransa bo Piştgirîya HSD'ê Leşkerên Xwe Dişîne Minbicê


Macron li Qesra Elysee
Macron li Qesra Elysee

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, bi şandeya Kurdên Sûrîyê re li Qesra Eylsee kom bû.

Qesra Elysee kom, piştî civînê bi daxuyanîyekê ragihand ku Macron bi piştgirîya civaka navneteweyî hêvî dike ku di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Tirkîyê de dîyalogek çêbe.

Reuters'ê ji zarê karbidestên Kurd ragihand ku Fransa bo piştgirîya HSD'ê dê leşkerên xwe bişîne Minbicê.

Rojnameya Le Figaro jî dîyar kir ku dibe ku Fransa û Amerîka leşkeran bişînin Minbicê.

Fransa û hin welatên din yên rojava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSD'ê wek hevalbendên bi hêz yên dijî DAIŞ'ê dibînin, lê Tirkîye wan her duyan ji rêxistinên terorîst dihesibîne.

XS
SM
MD
LG