Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Pêgir e ku Balyozekî Nû Neşîne Tehranê


Karbidestên Fransî îro Çarşemê got ku heta ku ew derbarê plana serneketî ya bombêkirina civîna opozisyona Îranê ya li Parîsê, agahdarî ji Îranê negirin, ewê balyozekî nû bo Tehranê destnîşan nekin.

Dîplomatekî Îranî yê li Avusturya û sê kesên din bi gumana plankirina êrîşa dijî civîneke Civata Berxwedana ya Netewî ya Îranê (NCRI) hatibûn desteser kirin.

Îran îdia kiribû ku ti alaqa wê bi wê planê tuneye û ew bûyer ji alîyê opozîsyonê ve hatiye plan kirin.

Ew bûyer bandoreke neyênî li ser têkilîyên navbera Fransa û Îranê kiriye, di heman demê de ku Fransa û hevalbendên Ewrupî hewil didan ku peymana navokî ya 2015'an bifilitînin.

Çavkanîyekî dîplomatîk ya Fransî ji Reuters re piştrast kir ku destnîşankirina balyoz jiber sedema plana êrîşa behskirî hatiye rawestandin.

Balyozê Fransa li Îrane di havîna borî de dawî li kar anîbû û Îranê ji hîn balyozekî nû neşandiye Parîsê.

Hikûmeta Fransa ji dîplomatên xwe û ji karbidestên wezareta derve xwestibû ku bo demeke nedîyar çûyîna Îranê radiwestînin.

Li gor biryarnameya navxweyî ya hikûmeta Fransî, jiber planeke Îranê ya bombekirina xwepêşandaneke hevrikan û helwesta tund ya Tehranê ya dijî Parîsê bûye sedema wê biryarê.

Alozîyên di navbera Parîs û Tehranê de di mehên dawî de zêde bûne, taybetî rêvebirîya Macron ji kiryarên Îranê yên li Rojhilata Navîn û programa we ya muşekên balîstîkî gelek nerazî bûye.

XS
SM
MD
LG