Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya, Almanya û Fransa, Îranê Şermezar Dikin


Johnson-Merkel-Macron

Almanya, Brîtanya û Fransa bi daxuyanîyeke hevbeş Îran şermezar kirin.

Rêberên Almanya, Brîtanya û Fransa, ku bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê kom bûne, dîyar kirin ku berpirsa êrîşa dijî navendên petrolê yên Erebistana Saudî, Îran e.

Serokên her sê welatan bang li rêvebirîya Tehranê kirin ku berpirsîyên xwe yên bo ewlekarîya herêmê bîne cîh û li gor peymana navokî tevbigere.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron da zanîn ku bo Îranê êdî wext hatiye ku xebatên demdirêj yên ser bernameya navokî bipejirîne.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson berî serdana New Yorkê dabû zanîn ku ewê bi Amerîka û hevalbendên din ên Ewrupî re ser bersîveke dijî Îranê bixebitin.

XS
SM
MD
LG