Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dê li Hin Herêman Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Bike


Serokwezîrê Fransa Edouard Philippe dîyar kir ku ewê tedbîrên dijî vîrusa korona ji 11’ê Gulanê pê ve sist bikin.

Tedbîr dê li ‘’herêmên sor’’ yên lê rîska belavbûna vîrusa korona heye, bidomin.

Herêmên li rojhilat û bakurê Fransa, ku Parîs jî di nav de ye, Mayotte ya li nêzî Girava Madagascar wek ‘’herêmên sor’’ hatin nîşan dan.

Li van herêman dê park, dibistan û lîse girtî bimînin û tedbîr dê hîn hêdîtir werin sist kirin.

Ji alîyê din ve li herêmên din yên wek ‘’herêma kesk’’ hatine bi nav kirin dê karibin di meha Hezîranê de kafe, lîse û restoranan vekin.

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Christophe Castaner dîyar kir ku kesên dixwazin ji 100 kîlometre dûrtir herin bi belgeyên fermî dikarin di hindurê welêt de herin, lê serdana bo derveyî welêt hîn jî qedexe ye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê vîrusa korona li Fransa ketiye canê pirtir ji 174,000 kesan 25,813 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG