Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Pêla Pêncan ya Vîrusa Korona Destpê Kiriye


Wezîrê Saxlemî yê Fransa Olivier Veran dîyar kir ku ew li welêt di destpêka pêla pêncan ya pandemîya vîrusa korona de ne.

Veran da zanîn ku hin welatên ku cîranên Fransa ketine nav pêla pêncan û bal kişand ku tiştên ku li welêt diqewimin wek destpêka pêla pêncan xuya dikin.

Wî bal kişand ku vîrusa korona li Fransa di demên dawî de ji berê bi leztir belav dibe.

Wezareta Saxlemî ya Fransa ragihand ku roja Çarşemê 11,883 kes bi vîrusa korona ketine.

Li gor agahîyên wezaretê, ji nîvê Cotmehê vir ve pêketin her hefte pirtir ji 10 ji sedê zêdetir bûye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG