Şîretvanê zanistî yê payabilind yê hikûmeta Fransa dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona dibe ku ew pirtir pêdivîyê bi xebata ji malê bibînin.
Jean-Francois Delfraissy di radyoya France Inter de li ser pirsa ka ewê ji kompanîyan bixwazin ku ji xebatkaran ji malê bixebitînin yan ne, got ‘’erê’’ ewê bixwazin û dîyar kir ku ew rêk yek ji alternatîfên wan e.
Hikûmetên li seranserê cîhanê wek rêyeke kêmkirina pêketinên vîrusa korona xebata ji malê teşwîq dikin, lê li herêmên bazirganî jiber kêmbûna însanan tesîr li aborîyê dibe.
Delfraissy dîyar kir ku bo ew dijî pêla pêncan ya vîrusa korona bi ser kevin divê welatî maskeyan bidin ber rûyên xwe, li gor mesafeya civakî tevbigerin, vaksînan li xwe bidin.
Wî da zanîn ku her çiqas ew bo têkbirina pêla pêncan geşbîn e jî jiber sîstema nexweşxaneyê ya westîyayî ewê rewiş dijwar be.
Pisporê Fransî got li ber e ku di rojên pêş de kesên jiber vîrusa korona derbazî nexweşxaneyê dibin zêdetir bibin.
Wezareta Saxlemî ya Fransa ragihand ku roja Sêşemê 19,778 kes bi vîrusa korona ketine ku ew ji 25’ê Tebaxê vir ve hejmara herî bilind ya di 24 saetan de ye.
Li Fransa heta niha 7,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 91,345 kes bi wê mirine.