Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Jibo Piştgirîya Artêşê Lubnanê, Banga Civînek Navnetewî Dike


Serokê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Lubnanê Saad el-Herîrî

Wezareta hêzên çekdar ya Fransa ragihand ku Fransa ewê bi armanca piştgirîya artêşê Lubnanê, di 17'ê Hezîranê de civîneke onlaynî li dar bixe, jiber ku bi sedema krîza aborî ya li Lubnanê di rewşeke gelek dijwar de ye.

Wezareta Fransî biryara darxistina civînê bi daxuyanîyeke dîyar kir û got ku ewê di gel Neteweyên Yekbûyî (NY) û Îtalya re were saz kirin.

"Armanca civînê, balkişandina ser rewşa Hêzên Çekdar yên Lubnanî (LAF) e, ku endamên wê re rûbirûyê jîyaneke rojane ya gelek xirab in û dibe ku ew hêdî nikaribin karên xwe bi tevahî pêk bînin, ku jibo aramîya welêt gelek girîng in, " wezaretê got.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku ew armanc dike ku bi civînê bexşînan teşwîq bike da ku piştvanîyê bide LAF.

Parîs, ku hewildanên alîkarîya xwe yên bo çareserîya pirsgirêkên sîyasî û aborî didomîne, zextê li ser siyasetvanên Lubnanê zêdetir dike, piştî ku wan ser avakirina hikûmeteke nû û destpêkirina reformên da ku krîza darayî çareser be.

Di nava hêzên ewlehîyên Lubnanê jiber daketina nirxadirava welat ku mehaneyên wan pir kêm dike, nerazîbûn zêde dibe.

Serfermandarê artêşa Lubnanê Joseph Aoun, meha borî serdana Fransayê kir da ku di derbarê rewşa ku zêdetir dijwar dibe de agahîyan bide û alîkarîyê daxwaz bike.

Parîsê piştî serdana Aoun, xwarin û alavên saxlemîyê ji karmendên leşkerî re peyda kir, yên ku nirxê mehaneyên pênc-şeş qat kêm bûne û gelek ji wan neçar kirin ku karên din jî bikin.

Du jêderên dîplomatîk ji Reuters re gotin ku dê civîn de ji welatan alrîkarîya xwarin, pêdîvîyên saxlemîyê û berhemên piçûk yên leşkerî were xwestin.

Lê, armanca civînê ne peydakirina çek yan alavên din yên leşkerî ye.

Welatên ji Koma Piştgirîya Navneteweyî ya bo Lubnanê, ku nav de dewletên Ereb yên Kendavê, Amerîka, Rûsya, Çîn û welatên Ewrupa hene, hatine vexwendin.

Hejayê balkişandinê ye ku Lubnan di nava krîzeke darayî ya kûr de ye ku ji şerê navxweyî yê 1975-1990'an vir ve, xeterîya herî mezin ya li hemberî aramîya welêt e.

Aborîya Lubnanê di 2019'an de ji % 6.7 û di 2020'an de ji % 20.3 biçûktir bûye nirxê dirava welêt nêzî % 85 daket.

XS
SM
MD
LG