Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Rastgirên li Fransa Ser Gumana Êrîşa Dijî Macron Hatin Desteser Kirin


6 rastgirên tundrê yên li Fransa, jiber gumana ‘’êrîşa bi tundûtûjî’’ ya dijî serokomarê wî welatî Emmanuel Macron hatin desteser kirin.

Karbidestên ewlekarî dîyar kirin ku gumanbar li Moselle û Isere ya li rojhilata Fransa û Ille-etVilanine ya li rojavayê Parîs ya paytaxt hatine desteser kirin.

Berpirsekî ku nexwest navê wî eşkere bibe ji AP’ê re ragihand ku şeş gumanbar ji alîyê karbidestên îstixbaratê ve hatine desteser kirin û da zanîn ku wan dijî Macron plana êrîşeke bi tundûtûjî kiriye.

Karbidestan dîyar nekir ku peywendîyên kesên hatine desteser kirin bi hev re heye yan na.

Temenê kesên hatine desteser kirin di navbera 22 û 66’an de diguhere û di nav wan de jinek jî heye.

XS
SM
MD
LG