Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Telefonê Peyvdarê Parlamentoya Lubnanê Dike


Serokê Fransa Emmanuel Macron
Serokê Fransa Emmanuel Macron

Serokê Fransa Emmanuel Macron berî bidawîbûna dema vê heftê ya damezrandina hikûmetek nû bi armanca çareserkirina pirsgirekên Lubnanê, telefona peyvdarê parlamena Lubnanê kirîye, ev yek ji aliyê seiyasetvanek Lubnanî hatiye ragihandin.

Peyvdarê parlemantoya Lubnanê Nebîh Berrî rêbertîya Tevgera Emel dike, ku partîyek Misilman ya Şîa ye û hevalbendê koma hêzdar Hîzbullahê ye.

Rêbertîya Lubnanê di 1'ê Îlonê de li Beyrut soz dabû Macron ku ewê di nav du hefteyan de ewê hikûmeta teknokratan ava bikin. Lê, tenê çend rojên wan maye.

Çavkanîyek siyasî yê payebilind got ku avakirina hikûmeteke nû di dema ragihandî de, dê mucîzeyeke bibe. Avakirina kabîneyeke bi gelemperî bi mehan dem digire.

Haşim Hachem, kesayetîyek payebilind yê di bloka parlementoyê da, da zanîn ku Macron roja Şemiyê bi Nebîh Berrî re peyivî ye.

Serokê Fransa Emmanuel Macron jibo çareserkirina pirsgirêkên aborîya hilweşiyayî ya Lubnanê bi peqînek mezin ya li Beyrûtê meha borî, bo alîkariya Lubnanê rêberiya hewldanên navneteweyî kir.

Hachem got ku Berrî îsrar kirîye ku wezareta darayî, ku di peyvajoya avakirina hikûmetê de pirsgirêka herî navendî ye, divê di destê civaka Şîayan de bimîne.

Li Lubnanê bi gelemperî desthilatdarî li gor peymanên navbera hêzên mezhebî de tê parve kirin.

Kabîneta hikûmeta nû ji hêla Serokwezîrê destnîşankirî Mustafa Adîb ve tê damezrandin.

Mustafa Adîb Sunî ye û dest ji balyozîya xwe ya Berlînê berda da ku vî karî bike.

Heya niha Adîb li pêşîya raya giştî kêm caran şîrove kirîne, lê çavkanî dibêjin ku ew dixwaze seroktîya wezaretan biguherîne, ku hinek ji wan wezaretan bi salane ji hêla heman hezên mezhebî ve têne kontrol kirin.

Fransa nexşerêyek ya pîvanan amade kir da ku gendelîya dewleta Lubnanê û gelek pirsgirêkên aborî yên din were çareser kirin, û herwiha jibo hewcedariya bi alîkariya navneteweyî da ku qeyrana herî xirab ji şerê navxweyî yê 1975-1990'an vir ve li Lubnanê piştevaniyê peyda bike.

Gelek rexistinan di sala 2018 'an de sozên bexşandana mîlyar dolaran dan, lê ji ber ku Lubnanê nikarîbû reforman pêk bîne, diravên soz dayî nehatin dayîn.

Rola wezîrê darayî dê di avakirina bernameya reforman gelek sereke û girîng be ku ji bo bidawîkirina qeyrana bankan ya ku nirxa diravê dadixîne û dibe sedema xizanîya gelek Lubnanîyan.

XS
SM
MD
LG