Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje ku Maduro Guh Nade Bangên Pêkanîna Hilbijartinên Nû


Jêderekî dîplomatîk yê Fransî îro ragihand ku xuya ye rêberê Venezuelî Nicolas Maduro guh nade bangên cîhanî ya jinûve pêkanîna hilbijartinên seroktîyê.

Me ji Maduro xwest ku biryara hilbijartinên nû bide ku çavdêrên navnetewî jî bikarin bişopînin. Wiha xuya dike ku ew dijî wê banga me ye. Ger wiha be, emê ji Guaido bixwazin ku însîtafî bigire destê xwe.”

Jêderê Fransî herwiha got ku wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa wê roja Pêncşemê li Bukreşa paytexta Romanya bicivin ku gavên paştir yên derheqa Venezuela binirxînin.

Fransa û endamên din yên Yekîtîya Ewrupa roja Şemîyê ragihandibû ku ger Maduro di nav hêşt rojan de biryara hilbijartinên nû nede, ewê rêberê rikeber Juan Guaido wek serokê rêwa yê Venezuela nas bikin.

XS
SM
MD
LG