Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Operasyona li Malî bi Hevkarîya Artêşa Amerîka li Dar Ket


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku artêşa Fransa roja Pêncşemê li Malî du endamên EIGS’ê kuştine.

Karbidestên Fransa dibêjin ku EIGS girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye.

Wezîra Hêzên Çekdar ya Fransa Florence Parly da zanîn ku hêzên wan operasyon bi artêşa Amerîka re li dar xistiye.

Parly da zanîn ku wê operasyonê nîşan daye ku ew dê bi hevalbendên Amerîkî û Ewrupî re ‘’têkoşîna dijî rêxistinên terorî’’ bi awayekî kordînekirî bidomînin.

Fransa hewil dide ku li Sahelê, ku Malî jî têde ye, hebûna xwe ya leşkerî jinûve bi cîh bike.

Cuntaya leşkerî di Tebaxa 2020'an de Serokwezîrê Malî Ibrahim Boubacar ji desthilatê gêr kir û ji wê çaxê vir ve ew welat di girjîyeke sîyasî de ye.

XS
SM
MD
LG