Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Karanîna Maskeyan Mecbûr Dike


Serokwezîrê Fransa Jean Castex dîyar kir ku ewê ji hefteya bê pê ve li mekanên girtî karanîna maskeyan mecbûr bikin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron gotibû ku ewê karanîna maskeyan di 1’ê Tebaxê de mecbûr bikin, lê Castex da zanîn ku wan ew dem pêşde anîye.

Castex dîyar kir ku dibe ku 1’ê Tebax demeke dereng be.

Li Mayenne ya li rojavayê bakurê Fransa jiber zêdebûna pêketinên nû yên korona ji roja Pêncşemê pê ve karanîna maskeyan hat mecbûr kirin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 210,000 kes bi vîrusa korona ketine û 30,141 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG