Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dê Çekan Bifroşe Misirê


Macron û el-Sîsî, li Qesra Elysee 7ê Kanûnê, 2020.

Serokê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku jiber ku ew naxwaze şayana Qahîrê ya dijî terorîzma li herêmê lawaz bike, firotina çekan ji Misrê re mafên mirovan neke mercên pêşîn.

Piştî ku her du serokan Macron û Sîsî li Qesra Elysee hevdîtenek pêk anîn, di civîneke medyayê ya hevpar de got ku ewê mijarên parastin û hevkarîya aborî bi van lihevnekirinên derbarê mafên mirovan, neke şert.

Macron got "Hebûna sîyaseteke ku dîyalogê daxwaz dike ji boykotek ku ewê di şerê dijî terorîzmê de tenê şayana hevkarê me kêm bike, baştir e."

Lê 17 komên mafên mirovan yên Fransî û navneteweyî berîya serdana Sîsî ya Fransa daxuyanîyek weşandin û rexneyên xwe dîyar kirin.

Rexistin dibejin ku binpêkirinên azadiyan li Misirê di dema hikûmeta Sîsî de zêde dibin û jiber ku Macron çavên xwe digire wî tawanbar dikin.

Karbidestên Fransî ragihandin ku hikûmet xwedî sîyaseteke ku daxuyanîyên giştî yên di derheqê qeydên mafên welatên din nade berçavan lê fîkaran ser van mijaran di hevdîtinan de tînin ziman, hevdem, wan ev rexneyanan red kirin.

Hejayî balkişandinê ye ku Fransa û Misir fikarên di derbarê bêaramîya li seranserê Sahel, gefên komên cîhadiyan li Misrê û valahiya siyasî ya li Lîbyayê parve dikin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron di dema desthilatdarîya serok Abdulfettah el-Sîsî de têkiliyên aborî û leşkerî yên nêzîk bi Misrê re ava dike.







XS
SM
MD
LG