Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Ser Kuştina Xaşiqcî Dijî 18 Hemwelatîyên Erebîstana Saudî Toleyan Radigîhîne


Fransa dijî 18 Saudîyan, ku tê îdia kirin tilîya wan di kuştina Cemal Xaşiqcî de heye, tole ragihandin.

Wezareta Derve ya Fransa dîyar kir ku dijî wan 18 kesan qedexeya rêwitîyê jî hatiye ragihandin û da zanîn ku ew herwiha nikarin di Herêma Schengenê kevin.

Fransa navên kesên dijî wan tole hatine ragihandin eşkere nekir, lê tê gotin ku lîsteya Fransa û ya Amerîka, Brîtanya û Almanya, ku wan berê dijî 18 kesan tole ragihandibûn, eynî ye.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Fransa dîyar kir Prensê Cîgir yê Erebîstana Sadî Muhammed Bîn Selman ne di lîsteyê de ye.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyanî de got ku ‘’Kuştina Cemal Xaşiqcî tawaneke giran e û dijî azadîya medya û mafên bingehîn e’’

Wezaretê bang li karbidestên Erebîstana Saudî kir ku ser kuştina Xaşiqcî vekolîneke berfireh bikin.

Serdozgerîya Erebîstana Saudî di 15’ê Mijdarê de dabû zanîn ku dijî 5 gumanbaran cezaya îdamê hatiye xwestin.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyanîyê de dîyar kir ku ew li her derê û bi her awayî dijî cezaya bi kuştinê ne.

XS
SM
MD
LG