Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve ya Fransî Ayrault: Danûstandinên Sûrîyê Ketiye Qonaxeke Xeter


Wezîrê Derve ya Fransa Jean-Marc Ayrault dibêje, danûstandinên Sûrîyê ketiye qonaxeke xeter.

Ayrault îro Înê li Parîsê ji rojnamevanan re got ku divê destûra jibo deverên dorpêçkirî li Sûrîyê bê sînor be.

Opozîsyona Sûrî hikûmeta Esad bi şikandina agirbesta bi navbeynkarîya Amerîka û Rûsya sûcdar kiribû û xwe ji danûstandinên nerastxwe li Cenevrê paşve kişîbû.

Komîteya Bilind ya Danûstandinan (HNC) ku li Cenevrê nûnertîya opozîsyona Sûrî dike, herwiha îdia dike ku hikûmeya Sûrî bi awayê neqanûnî bi hezaran kes desteser kirine û rê li ber alîkarîya mirovahî ji deverên dorpêçkirî re girtiye.

Hikûmeta Sûrî red dike ku ew gîhandina alîkarîya mirovahî asteng dike.

XS
SM
MD
LG