Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dijî Kompanîya TikTok Lêpirsîn Vedike


Li Fransa sazîya çavdêrîya nepenî yên pêzanînan CNIL îro Sêşemê ragihand ku wê di derbarê TikTokê de, dest bi lêpirsînek kiriye.

CNIL da zanîn ku lêpirsîn piştî serledana gilîyekê dijî app'a parvekirina vîdyoyê ya Çînî destpê kiriye.

“Di meha Gulanê de ser TikTokê gilî hate kirin. Niha ser vê gilîyê lêpirsînek didome,” berdevkekî CNIL ji AP re got.

Wî berdevkî di derbarê naveroka gilîyê yan nasnameya kesê ku gilî kirîyê de, hûrgilî neda.

"Parastina nepenî û ewlehîya kartînerên TikTok girîngîya me ya pêşîn e. Em ji lêpirsîna CNIL haydar in û bi tevahî bi wan re hevkarîyê dikin," TikTokê got.

Kompanîya ByteDance ya Çînî, ku xwedîye TikTokê ye, jiber fikarên nepenîyê ji hêla karbidestên Amerîkî, Yekîtîya Ewrupî û Hollandî ve di bin lêpirsînê de ye.

Li Amerîka, karbidest dibêjin ku TikTok xwe digehîne pêzanînên taybet yên kartîneran û ew jî jibo ewlehîya neteweyî ya Amerîkî xeter e.

Serok Donald Trump tehdîta qedexekirina TikTok kiribû û 45 roj dem dabû kompanîya ByteDance da ku bi Microsoftê re danûstandina firotana karûbarên Tiktok ya li Amerîka bike.

Komîteya Parastina Pêzanînan ya Ewrupî (EDPB) di Hezîranê de, piştî serlêdana qanûndanerekî YE ku di derbarê berhevkirina daneyên xwe û xetereyên ewlehî û nepenîyê de fîkarên xwe ragihandî bû, dîyar kiribû ku ku ewê hêzeke taybet biafrîne ku kiryarên TikTok yên seranserê YE yê binirxîne.

Sazîya çavdêrîya nepenî ya Hollandî di Gulanê de gotibû ku ewê lêkolîn bike ka TikTok çawa pêzanînên bi mîlyonan kartînerên ciwan bi rêve dibe.

XS
SM
MD
LG