Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa bi Tundî Bersîva Rexneyên Tirkîyê Dide


Turkey Journalists On Trial
Turkey Journalists On Trial

Fransa bersîva Tirkîyê da û got mafê dîplomatên wan heye ku dadgeha li Stenbolê ya dijî rojnamevanên opozîsyonê, ku bi ajantîyê tên tawanbar kirin, bişopîne.

Wezareta derve ya Fransa di daxuyanîyekê da got, dîplomat li welatên ku ew lê dijîn, nûçeyan dişopînin û di vê çarçovê de, bi awayekî normal li hemû dinyayê herwekî çavdêran tevli dadgehan dibin.

Tirkîyê li dijî şîroveyên li ser medyaya civakî derket, ku ji alîyê hinek diplomatên tevli roja yekê ya dadgeha edîtorê rojnameya Cumhuriyet'ê Can Dundar û nûnerê Enqere Erdem Gul bibûn.

Wezareta derve ya Fransî herwiha da zanîn ku azadîya raman û çapemenîyê, mafê nûçe belavkirinê û şîyana îfadekirina nêrînên krîtîk, jibo nîqaşa demokratîk xalên bingehîn in, taybetî di devleteka endamê Konseya Ewropa û namzeta tevlêbûna Yekîtîya Ewrupa de.

“Em ligel hevkarên xwe yên Ewrupî dê şopandina pêşveçûnên li Tirkîyê dom bikîn û emê dîyalogeke avaker, emîn û kûr lidar bixin,” daxuyanîyê dîyar kir.

Dundar û Gul jiber gotareke tawanbarkirina hikûmeta Serok Recep Tayyip Erdogan ku bêqanûnî hewildana rêkirina çekan bo Sûrîyê dike, bi ajantî tên tawanbar kirin û rûbirû yê zindana bi dirêjîya jîyanê ne.

Roja yekê ya dadgehê Înê dîplomatên paye bilind tevlê bibûn û di nav wan da balyozê Brîtanî yê li Stenbolê, Leigh Turner, wêne parve kiribûn û di nav wan da selfîyaka Dundar ku bi keyf dîyar, di bin hashtag #freedomofexpression anku #azadîyaramanê/ hebû.

Tirkîye di sala 2015'ê de ji alîyê rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor ve di nav 180 welatan de di rêza 149an de hatibû dîyar kirin.

Piştî ku serokwezîrê berê di Tebaxa 2014'ê de bûye serokomar nêzîkî 2000 kes jiber tawana “biçûkxistin û kêmkirina” Erdogan hatine darizandin.

XS
SM
MD
LG