Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa Ajotvanekî Maşîneya Xwe Ajot Ser Xwendekarên Lîseyê


Reuters’ê ji zarê polîsên Fransa ragihand ku li Toulouse ya li başûrê wî welatî yekî maşîneya xwe ajotîye ser xwendevanên li pêş lîseyekê.

Ajansê da zanîn ku di bûyerê de 3 kes birîndar bûne û rewşa 2’yan giran e.

Hîn ne dîyar e ku êrîş terorî ye yan na. Ajotvanê 28 salî li cîhê bûyerê ji alîyê hêzên ewlekarî ve li cîhê bûyerê hat girtin.

Li Fransa herî dawî di meha Tebaxê de yekî wesayît ajotibû ser leşkeran û ji wan 6 kes birîndar kiribûn.

Li Barselona, London û gelek bajarên din yên Ewrupa bi ajotina maşîneyan bi ser sîvîlan ve, gelek êrîşên terorî hatin li dar xistin û di wan êrîşên ku DAIŞ’ê berpirsîya wan girtibû ser xwe de bi dehan kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG